Pentagon kuştina emîrekê DAIŞê ragehand
Li gor daxuyaniya Pentagonê di 6ê vê mehê de, ew serkirde hate armanc kirin.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergiriya Amerîkayê(Pentagon) kuştina serkirdeyê leşkerî yê DAIŞê Ebo Wehîb lige sê çekdarên din li Parêzgeha Enbar ragehand.
Derbarê kuştina wî Emîrê DAIŞê Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê(Pentagon) Peter cook di kongireyekî rojnamevanî de wiha got: Kuştina wî serkirdeyê DAIŞê gaveke giringe, ew serkirde endamê berê yê rêxistina El-Qaide bû, pêwîstbû were kuştin.
Cook da zanîn ku, ew serkirde di dema ku, di otomîla xwe de hatûçû dikir hate kuştin bêyê ku, aşkere bike firokeya ew serkirde kuştî leşkerî bû yan firokeyeke bê firokevan bû.
Li gor daxuyaniya Pentagonê di 6ê vê mehê de, ew serkirde hate armanc kirin.