Ewropayê pêdayîna vîze bo welatiyên Tirkiyê li paşde xist
"Tirkiye şertên rêkeftinê bicih ne anîne"

K24-Navenda Nûçeyan
Parlamentoya Ewropayê, ji ber ku Tirkiyê şertên Ewropayê bicih neanîne, pêdayîna vîze bo welatiyên Tirkiyê paşde xistin.
Biryar bû ku, di destpêka meha Hezîranê de, bo welatiyên Tirkiyê vîze bê dayîn û welatî bikaribin biçin hemû welatên Ewropayê.
Martîn Şultz, Serokê Parlamentoya Ewropayê derbarê mijarê de got, Tirkiye şertên rêkeftinê bicih neanîne û ji ber vê yekê jî mijara vîzeyê bo gotûbêjkirinê neşandiye komîsyonê.
Şulz her wiha got, di nav 72 şertên Ewropayê de 5 bendên girîng hene ku derbarê mafê mirovan de ne û di vê mijarê de Tirkiyê tu gav neavêtine û tu diyar dibe ku qet nayîne rojeva xwe.
Şulz da zanîn, eger Tirkiye ji niha de mijarê bîne Parlamentoyê, ewê di meha 10'an de bikaribin biryara vîzeyê derxin.