Li Dêrsimê rêyên sereke yên hatûçûnê tên ragirtin

Parêzgariya Dêrsimê, rêyên sereke yên navçeyên Pilûr û Pilemûriyê bo hatûçûnê ragirtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgariya Dêrsimê, rêyên sereke yên navçeyên Pilûr û Pilemûriyê bo hatûçûnê ragirtin.

Parêzgariya Dêrsimê da xuyakirin, rêya Pilûr û Dêrsimê û reya Pilemûrî û Dêrsimê ji hêla PKK'iyan ve hatine qut kirin û her wiha teqamenî di rêyan de hatine bicihkirin.

Parêzgariyê da zanîn, ji bilî pêdiviyên zerûrî her du rê bo hemû cure otombêlan ji hatûçûnê re hatine ragirtin û ji welatiyan tê xwestin ku, bo gihîştina navçeyan rêyên cuda bikar bînin.