Sykis-Pîko li Rojavayê Kurdistanê tê şermezar kirin
Rêkeftina Sykes-Picot di 16ê Gulana 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê de hate imze kirin, li gor wê rêkeftinê gelek welatên Rojhelata Navîn hatin dabeş kirin.
K24-Qamişlo
Bi armanca şermezarkirina rêkeftina Sykes-Pêcot û biderbasbûna 100 li ser imzekirina wê rêkeftinê welatiyên Rojavayê Kurdistanê derdikevin xwepêşandanan.
Derbarê wan xwepêşandanan peyamnêrê K24ê ragehand ku, li bajarê Qamişlo ragehand ku, li bajarên Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Dirbasiyê, Girkê Legê Til Temirê, Serê Kaniyê û Parêzgeha Hesekê bi armanca şermezarkirina rêkeftina Sykes-Pîcot û derbasbûna 100 salan bi ser imzekirina wê xwepêşandan têne kirin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn ku, xwepêşandan saet şeşê êvarî bi demijmêra Rojavayê Kurdistanê dest pê dikin, tê de hemû partiyên siyasî, rêxistinên Civaka Sivîl, komel û
Yekîtiyên jinan û tevgerên Ciwanan beşadar dibin.
Rêkeftina Sykes-Picot di 16ê Gulana 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê de hate imze kirin, li gor wê rêkeftinê gelek welatên Rojhelata Navîn hatin dabeş kirin.
