Sûnne gef a baykotkirinê li Hikumet a Ebadî dikin
Hevpeymanî ya firkisyûn ên Sûneyan di Civat a Nwêner ên Îraqê de, gef a baykotkirinê li Civat a Wezîr ên Îraqê dikin.

K24- Hewlêr
Hevpeymanî ya firkisyûn ên Sûneyan di Civat a Nwêner ên Îraqê de, gef a baykotkirinê li Civat a Wezîr ên Îraqê dikin.
Di ragehandinekê de hevpeymanî ya firakisyûn ên Sûnneyan di Civat a Nwêner ên Îraqê de ragehandin: Eger birayar ên çaksazîyê nehên bicihkirin, ew pişikdarîyê di kombûn ên Civat wezîr ên Îraqê de nakin û baykota kombûnnan dê bikin.
Di pişkek a dî ya ragehandinê de Sûnne daxwaz dikin dawî bihê bi sîyaset a guhertin a dîmografî li dever ên Babil, Bexda û Dîayalayê û rê bihêdan bi vegeran a koçberan û çarenivîs a 200 hevwelatîyan jî bihê aşkerakirin ku bi dest ên çekdar ên Hizbûllah hatîne bû soraxkirin û daxwaz kirîne jî ku pare yên hatîne dîyarkirin bo koçber ên Sûnne bi zûtirîn dem bihê xerckirin.
Ev di demekê de heye ku Heyder Ebadî, serok wezîr ên Îraqê bername ya çaksazîyê li Îraqê ragehandîye, lê ev bername ya wî neçûye warê bicihkirinê. Ragehandin a çaksazî ya Ebadî rewş a Îraqê aloztir kir. Hijmarek a wezîr ên Îraqê pişkdarîyê di kombûbn ên hikumetê de nakin û civat a nwêner ên Îraqê jî bê pişikdarî ya Kurd rêje ya yasayî temam nake bo girêdan a kombûnan.