Nasnameya 12e kuştiyên teqîna gundê Hebecînê aşkere bû
Ew teqîn di encama gulebarankirina gundiyan de hatiye teqandin.
K24-Navenda Nûçeyan
Bi taqîkirina DNA'yê hat piştrastkirin, 12 kesên ku piştî teqîna Diyarbekirê agahî ji wan nehatiye girtin, canê xwe ji dest dane.
13'ê Gulanê, li gundê Herbecînê yê Diyarbekirê di encama teqîna otombêleka bombebarkirî de 4 kesan canê xwe ji dest dabûn, 24 kes birîndar bûbûn û ji 12 kesan jî agahî nehatibû girtin.
Di encama teqîna 15 ton teqameniyê de, parçeyên qurbaniyan 2 hezar metre di nav zeviyan de belav bûbûn. Gundiyan li deverê parçeyên qurbaniyan kom kir û bo taqîkirina DNA'yê şandibûn Stenbolê.
Saziya Tendirustiya Dadwerî ya Stenbolê, îşev da xuyakirin, bi teqîkirina DNA'yê hatiye tesbîtkirin, 12 kesên ku piştî teqînê ji wan agahî nehatiye girtin, di bûyerê de canê xwe ji dest dane.