Brazanî û Fûad Mesûm rewş a Îraqê û deverê gêngeşe dikin

Biryare evro Mesûd Baranî, serok ê Herêm a Kurdistanê û Fûad Mesûm serok ê komar a Îraqê li Hewlêrê kom bibin û rewş a Îraqê, peywendî yên Hewlêr û Bexda û pirs a vegerran firakisyûn ên Kurdistanî gêngeşe bikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6b8ff9d9-47f3-4121-ba34-e987559065eb/araz.ism/manifest

K24- Hewlêr

Biryare evro Mesûd Baranî, serok ê Herêm a Kurdistanê û Fûad Mesûm serok ê komar a Îraqê li Hewlêrê kom bibin û rewş a Îraqê, peywendî yên Hewlêr û Bexda û pirs a vegerran firakisyûn ên Kurdistanî gêngeşe bikin.

Li gor zanyarî yên nûçegihanê Kurdistan 24: Fûad Mesûm, di serdan a xwe de bo Hewlêrê pakêcek li gel xwe bo alî yên sîyasî hînaye. Di destpêkê de li gel Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê dê bicive û rewş a sîyasî û alozî yên Îraqê gêngeşe bike.

Nûçegihanê me ragehand jî: Li gor zanîyarîyan, Fûad Mesûm di vê seredan a xwe de, daxwazê li Barzanî û hêz ên sîyasî yên başûr a Kurdistanê dike, perlemantar ên Kurd vegerrîn Bexdayê.

Duhî êvarê Fûad Mesûm, serok ê komar a Îraqê bi rê ya firokexane ya nêvdewletî ya Hewlêrê gehişte Paytext a Herêmê û ji alî yê serok ê hikumet a Herêm a Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û cêgir ê serokê hikumrtê Qubad Talebanê û hijmarek a wezîr û berpirs ên din hat pêşwazîkirin.

Fly Erbil Advertisment