Birîtanîya dê berdewam bibe li harîkarîkirin a Herêm a Kurdistanê

Di dîdarekê de li gel serok wezîr ên Herêm a Kurdistanê, hinartî yê taybet a asayîş a hikumet a Birîtanyayê bo Herêm a Kurdistanê, tekez kir ku bo wan giringe ji nêzîk ve haydar ê pêşhat ên dawî yên rewş a Îraqê, Herêm Kurdistanê û şerr ê Daişê bibin û tekez jî kir ku pêdivîye hevahengî ya temam hebe di naveber a alî yên şerrî li dijî tîrorist ên Daişê dikin, nemze li şerr ê rizgarkirin a bajar ê Mûsilê.

K24- Hewlêr

Di dîdarekê de li gel serok wezîr ên Herêm a Kurdistanê, hinartî yê taybet  a asayîş a hikumet a Birîtanyayê bo Herêm a Kurdistanê, tekez kir ku bo wan giringe ji nêzîk ve haydar ê pêşhat ên dawî yên rewş a Îraqê, Herêm Kurdistanê û şerr ê Daişê bibin û tekez jî kir ku pêdivîye hevahengî ya temam hebe di naveber a alî yên şerrî li dijî tîrorist ên Daişê dikin, nemze li şerr ê rizgarkirin a bajar ê Mûsilê.

Evro sipêdeyê, Nîçîrvan Barzanî, serokê hikumet a Kurdistanê, pêşwazî kir li ceneral Tom  Beykit, hinartî yê taybet ê asyîş a hikumet a Birtîtanîyayê bo Herêm a Kurdistanê û rawêjkar ê serbazî yê Birîtanyayê bo Rojhilat  a Navîn û şandek a serbazî yê pê re.

Sayît a Partîya Dîmukrt a Kurdistanê(KDP.info) ev nîçe ye belavkirîye û dibêje: di wê dîdarê de, Qubad Talebanî, cêgir ê serok wezîr ê hikumet a Kurdistanê, serokê dîwan a serokatî ya Herêm a Kurdistanê, wezîr ê hindûrî û berpirs ê fermangeh a peywendî yên derve ya hikumet a Hderêm a Kurdistanê madebûn. Şand a mihvan xweşhalî ya  xwe derbirrîn bi serdan a xwe bo Herêm a Kurdistanê û sersûrya xwe jî nîşan dan beramber xweragirî û qehremanî ya Pêşmerge yê Kurdistanê li şerr ê dijî Daişê û tekez kir li ser berdewamî ya harîkarî yên serbazî yên Birîtanyayê bo Herêm a Kurdistanê û Pêşmerge.

Herweha tekezkirin li ser wê yekê kirin ku bo wan giringe ji nêzîk ve haydar bin ji pêşhat ên dayî yên rewş a Îraqê û Herêm a Kurdistanê û Şerr ê dijî tîrorist ên Daişê, nezaze jê li şerr ê azadkirin a bajar ê Mûsilê daku bştirîn û mezintirîn serkevtinan bi ser tîrorê re  bi dest xwe ve bihînîn, çunku tîror gefe bo ser hemû cîhan a azad.

Ji alî yê xwe ve jî serok ê hikumet a Herêm a Kurdistanê, sûpasî ya wan kir bo wê serdanê û harîkarî ya berdewam a bertîtanîyayê bo Herêm a Kurdistanê û tekez li ser ewê yekê kir ku niha li qonax a nû ya şerr ê tîrorist ên Daişê û azadkirin a Mûsilê jî yekê ji pêngav ên herî giring ên evê qonaxê, lê pêdivîye ew opirasîyûn li gor pilanek a rêkûpêk û baş be û hemû alîyek di vê pilanê de divê erk û berpirsînî ya wî dîyar be. Pêngav a dûv re jî ewe ku bi rijtîr hizr li wê yekê bihê kirin ka çawa akincî û tenahî bo dever ên azadkirî dê bihê vegerrandin.

Herweha Nîçîrvan Baraznî, amaje bi wê yekê kir ku şerr ê dijî Daişê bo Herêm a Kurdistanê ji kar ên here pêşîne, çunku gef ên tîrorê bo hemû alîyane. Bi fer jî zanî hizar li qonax a piştî Daişê bihê vekirin nemaze jî li ji alî yê dabînkirin a aknicî, tenahî, aştî, avdeankiri û vegerandin a derbideran bû cih ên xwe

Fly Erbil Advertisment