Demîrtaş:Armanca AKPê bêhêzkirina parlamentoyê ye
"Pêwîste ku, roja Înê, pêşniyaz were qebûl kirin û ev proses bi dawî bibe."

K24-Navenda Nûçeyan
LiTirkiyê beriya rûniştina pêşî ya li ser gotûbêj û dengdayîna derbarê pêşniyaza AKPê ya bo rakirina parêzbendiyan, partiyên siyasî daxuyaniyên tund dan. CHP û HDPê dan xuyakirin ku, armanca rakirina parêzbendiyan ew e ku, parlemento bêhêz were hiştin û pergala serokatiyê were danîn. MHPê jî careke din piştgiriyê da AKPê.
Li parlementoyaTirkiyê di rojeva kom civînên partiyên siyasî de guhertina destûrê ya bo rakirina parêzbendiyan hebû.
Serokê Giştîyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu Serokkomar Recep Tayîp Erdogan bi giranî rexne kir û got; "Erdogan li dijî hikûmetê darbeyek pêk aniye ku, pergala Serokatiyê karîger bike û ewên bi tu awayî rê de ku, ev pergal were danîn.
Serokê Giştîyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha dibeje:
"Tu dixwazî bi be çi? Dibêje; "Ez dixwazim bibim serok". Ma gelo tiştekî wiha mimkûn e. Naqet ne mimkûn e. Heta tu laşê me nepelixîne tu nikarî demokrasiyeke wiha saz bike. Bitenê CHPi yek li parlamentoyê bimîne jî tu nikare vê yekê bike."
Hevserokê Giştîyê HDPê Selahattin Demirtaş jî di komcivîna partiya xwe de diyar kir ku, rakirina parêzbendiyan dê rê liber rejîmeke dikta veke. Demirtaş Erdogan bi wê yekê sûcdar kir ku, ew dixwaze bi tena serê xwe çarenûsa 100 salan ya Tirkiyê diyar bike û ewên tu caran serê xwe li ber wîxwar nekin.
Hevserokê Giştîyê HDPê Selahattin Demirtaş wiha axifî:"Gelo çend parlamenterên ji vê bê exlaqiyê bêjin erê em nizanin. Lê belê em dizanin ku, gelek parlamenter hene ku, ewên ji vê biçûkxistin û bê qidirkirinê bêjin erê. Şik û gumana min ji wê yekê nîne ku, gelek parlamenterên her 3 partiyên din jî dê ji vê operasyonê bêjin na!"
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli da jî xuyakirin ku ew heta dawî li ser helwesta xwe ne û ewên bi hemû parlamenterên xwe beşdarî dengdayînê bibin. Bahçelî got pêwîste ku, roja Înê, pêşniyaz were qebûl kirin û ev proses bi dawî bibe.