Dayikên Şemiyê daxwaza dîtina hestiyên xizmên xwe dikin

17 - 31 Gulanê Hefteya têkoşîna Li Dijî Destgirkiriyên Winda ya Navneteweyî ye. Dayikên Şemiyê û Rêxistina Mafên mirovan di roja pêşî ya vêhefteyê de, li Enqerê, li pêşiya Wezareta Dadê çalakiyek lidar xist.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/83dd7133-8e03-4f3e-903d-a63e93a0a0e8/DayikenShemiyeLiHemberiWezaretaDadeChalakiyekLiDarxist.ism/manifest

K24 – Enqere 

17 - 31 Gulanê Hefteya têkoşîna Li Dijî Destgirkiriyên Winda ya Navneteweyî ye. Dayikên Şemiyê û Rêxistina Mafên mirovan di roja pêşî ya vêhefteyê de, li Enqerê, li pêşiya Wezareta Dadê çalakiyek lidar xist.

Di çalakiyê de, dayikan Wezareta Dadê bi wê yekê sûcdar kir, ku derbarê zelalkirina kuştin û windakirina xizmên wan de, ti gavan navêje û her tim hewla wê yekê dide, ku kiryarên dewletêyên ji salên 1990î heta niha veşêre.

Xanima Fehmî Tosun Hanim Tosun di çalakiyê de got: "Ez xanima Fehmî Tosun yêkudi sala 1995an de hate desteserkirin û ji wê rojê heta niha ti agahî jê nîn e. Digel ku Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê Tirkiyê ji ber van kiryaran mehkûm kir, bi salan e hêj tiştek nehatiye kirin. Em li pêşiya Wezareta Dadê ne û daxwaza dadweriyê dikin, lê belê li vê derê dadwerî nîn e."

Dayikan nameya "Dayika Berfo" ya ji bo Wezîrê Berêyê Dadê Sadullah Ergin şandibû jî bibîr xist û diyar kir, Wezareta Dadê soza zelalkirina kiryaran dabû wan, lê belê digel derbasbûna salan hêj ev soza xwe bicih nekiriye û ji lewra êdî hêviya wan ji Wezaretê nemaye ku bi dadwer îtevbiger e.

Parlamentera HDPê Ayşe Acar Başaran jî got: "Sozek ji bo Dayika Berfo hatibû dayîn. Jiyana wê têrê nekir, ku ew hestiyên lawê xwe bibîne. Lê belê ew kesên sozdabûn wê ku berpirsiyarên qetliyaman derxîne holê, îro bi wan kujeran tevdigerin, ku li Bakurê Kurdistanê qetliyaman dikin."

Wekî tê zanîn di navbera salên 1980 û 1995an de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi sedan kes hatin revandin, destgirkirin û kuştin û hejmareke ji wan jî hatin windakirin, ku ji wê demê heta niha derbarê wan de ti agahî nîn e. Komeleya Dayikên Şemiyê ku, komeleyeke sivîl e, bi taybetî ji dayikên destgirkiriyên winda pêk tên, ji 27ê gulana 1995an û heta niha, her roja Şemiyê çalakiyan lidar dixe û daxwaza hestiyên xizmên xwe û zelalkirina kujerên wê bûyerê yên nediyar, dikin.

 

 

Fly Erbil Advertisment