Girê Spî teqîn: 3 sîvîl birîndar bûn
Li Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê, otombêleke mayînkirî teqiya, di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
K24 – Qamişlo
Li Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê, otombêleke mayînkirî teqiya, di encamê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, ku li taxa Îskan ya Girê Spî li nêzîkî Nexweşxaneya Niştimanî otombêleke mayînkirî teqiya, di encamê de 2 zarok û xwediyê otombêlê yên sivîl birîndar bûn.
Li gor ku bînerê bûyerê yê bi navê Serkîs Kîvorkiyan ji K24ê diyar kiriye, ku welatiyê bi navê Harot Matosiyan gava dixwast otomêla xwe çak bike, lê bêyî ku zanibe mayînek li otombêla wî siwar bûye, teqiya. Di encamê de Harot (45 salî), Macid Fenoş (15 salî) û Îmad Cuma Hesen (13 salî) birîndar bûn.
Hersê birîndar ku birînên wan giran bûn, bo nexweşxaneya Emel ya Kobanê hatin veguhastin.
Bajarê Girê Spî, nişteciyên wê Kurd û Ere bin, di dawiya miha Hizêrana 2015an de, ji aliyê hêzên Kurdî ve ji destê DAIŞê hate rizgarkirin.

