Amerîka pêşinyara Rûsyayê bo operasyonên hevbeş li Sûriyê redkir
Di 27ê Sibata borî de, her yek ji Rûsya û Amerîkayê li ser agirbesta li Sûriyê lihev kirin.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Aşton Karter ragehand ku, welatê wî daxwaza Rûsyayê bi pêkanîna operasyonên hebeş li dijî aliyên ku, agirbestê binpê dikin li Sûriyê redkir.
Berî niha Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergy Şoyîxo ragehandibû ku, welatê wî encamdana operasyonên hebeş li dijî Cebhet El-Nûsrayê û girûpên ku, pênedî bi agirbesta li Sûriyê nakin, li ser Amerîkayê pêşinyar kirye.
Derbarê wê pêşinyara Rûsyayê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Aşton Karter di kongireyeke rojnamevanî de ew daxwaza Rûsyayê redkir.
Pêşinyara Wezareta Rûsyayê di demekî de tê ku, hevpeymanê wê rejîma Sûriyê rojane agirbestê binpêdike û sivîlan bombaran dike.Li gor daxuyaniya Wezareta Rûsyayê ew dê ji aliyê xwe ve wan kesên pabend bi agirbestê nakin opersyonan li dijî pêkbînin.