Li şemzînanê leşkerî Tirkiyê hate kuştin
Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest da.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê leşkerekî Tirkiyê canê xwe ji dest da.
Li gorî daxuyaniyan, li Bakurê Kurdistanê gerîlayên PKK'ê îro danê piştî nîvro, bi hewanan êrîşî baregeha leşkerî ya bi navê Tekelî kirine û di encamê de leşkerekî bêpaye canê xwe ji dest da.
Roja 18 Gulanê jî, li navçeya Şemzînanê dema karweneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê derbas dibû, rastî êrîşekê hat û di encamê de 4 leşkerê Tirkiyê hatin kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê, bi alîkariya hêzên esmanî operesyonên berfereh li deverê dest pê kirin.