Li Nisêbînê 3 leşkerên Tirk birîndar bûn
Li Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê, di encama teqîna mayîneke çandî de, 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê, di encama teqîna mayîneke çandî de, 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.
Li Nisêbînê, di dema encamdana operesyoneke artêşa Tirkiyê de, bombeyek bi leşkerên Tirkiyê teqiya, di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn û bo nexweşvaneyan hatin veguhastin.
Di roja 18 Gulanê de jîli Taxa Yenîşehîrê ya Nisêbînê efserekî artêşa Tirk di encamê êrişa nîşanderbê de canê xwe ji dest dabû.
Parêzgarê Mêrdînê derbarê encamên şer û pevçûnên navçeya Nisêbînê yên ji 14 Adarê heta 18'ê Gulanê de da xuyakirin, 385 endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û 62 endamên hêzên ewlekariya Tirkiyê canê xwe ji dest dane.
Li gorî ragehandinên Yekîneyên Parastina sivîl, li Nisêbînê bi sedan endamên Hêzên ewlekariya Tirkiyê hatine kuştin lê her du agahî jî ji hêla çavkaniyên serbixwe ve nayên piştrast kirin.