Serkirdeyekî diyar ê Heşda Şeibî hat desteserkirin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Mehmûd Kerîm Muslîh li Enbarê hat desteserkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Mehmûd Kerîm Muslîh li Enbarê hat desteserkirin, ku li ser fermana dadgehê û li gor yasaya rûbirûbûna terorê hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê de hatiye eşkerekirin ku îro 26ê Gulana 2021ê hêzeke ewlehiyê tohmetbar Qasim Mehmûd Kerîm Muslih desteser kir û lêpirsîn ji aliyê lijneyeke hevbeş a derbarê kiryarên tawankarî û li gor bingeha yasayan berdewam e.

Herwiha hatiye diyarkirin ku ev prose ti aliyekî serbazî û ewlehiyê nake armanc û hemû dezgehên ewlehiyê û serbazî di bin fermana Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar de ne.

Li gor medyaya Iraqê, vê sibê Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Mehmûd Kerîm Muslih li Enbarê ji aliyê hêzeke ewlehiyêya Iraqê ve bi alîkariya hêzên Amerîkayê hatiye desteserkirin, bêyî ku sedema desteserkirina wî were ragihandin.