Di teqîna Qamişlo de 3ê sivîl şehîd bûn
Taxa El-Wista nişteciyên wê hemû pêkhateya Xiristyanin.
K24-Navenda Nûçeyan
Di teqîna bajarê Qamişlo yê Roavayê Kurdistanê ya ku, li taxa El-Wista rûdabû, 3ê welatiyên sivêl şehîd bûn û hejmareke din birîndarbûn, herwiha ziyanên madî giheştin avahî û dukanên wê deverê.
Derengiya şeva borî teqînek li xwaringeha Meyamî ya taxa El-wista li bajarê Qamişlo çêbû, Li gorî xwedanê xwaringeha Meyamî, hijmarek ji çekdarên DAIŞê derbasî taxê bûn û gule barandin wan kesên di xwaringehê de û yên deverê, piştî wê xwe teqandin.
Xwedanê xwaringehê da zanîn ku, berî ew çekdar xwe bi teqînin dengê wan hat û gotin "Ellah û Ekber emê niha bi hezretî Muhemed pêxember re şîvê bi xwin."
Li gorî endamekî Hêza Sotoro a xirstyan û ser bi rej'ma Sûriyê ve ne, derbarê teqînê sê kes guman li ser wan heye hatine girtin.
Taxa El-Wista nişteciyên wê hemû pêkhateya Xiristyanin.