Hisên: Kampîne bo desteserkirina çekên ne muhletkirî bû
Cîgira Serokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê dibêje, bo desteserkirina çekên ne muhletkirî, kampînek li Amûde û devera Koçeran encam da.

K24 – Qamişlo
Cîgira Serokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê dibêje, bo desteserkirina çekên ne muhletkirî, kampînek li Amûde û devera Koçeran encam da.
Cîgira Serokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Robariya Hisên ji K24ê re ragihand, îro kampînek li gundên Amûde û Koçeran hate kirin, bi armanca destdanîna ser çekên ku di malan de yên nehatine tomarkirin.
Hisên diyar kir, ku ev kampîn li ser fermana dozgeriya giştî hatiye encamdan. Herweha û di heman kampînê de jî hêza “Disiplîna Leşkerî” ji aliyê xwe ve ciwanên ku erkê xweparastinê nekiribûn dihatin girtin.
Îro li serê sibê, zêdetirî deh otombêlên leşkerî êrîşî gundên Amûde û devera Koçeran kirin, ku bi dehan xort di bin navê erkê xweparastinê gitin. Encûmena Niştmanî ya Kurd li Suriyê (ENKS) karê Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbarê girtina xortan li Amûde û devera Koçeran bi daxuyaniyekê şermezar kir.