Hisên: Kampîne bo desteserkirina çekên ne muhletkirî bû

Cîgira Serokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê dibêje, bo desteserkirina çekên ne muhletkirî, kampînek li Amûde û devera Koçeran encam da.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/51b6c1a1-b5e8-4d0b-8268-f6341d693d4a/robariya-amude.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Cîgira Serokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê dibêje, bo desteserkirina çekên ne muhletkirî, kampînek li Amûde û devera Koçeran encam da.

Cîgira Serokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Robariya Hisên ji K24ê re ragihand, îro kampînek li gundên Amûde û Koçeran hate kirin, bi armanca destdanîna ser çekên ku di malan de yên nehatine tomarkirin. 

Hisên diyar kir, ku ev kampîn li ser fermana dozgeriya giştî hatiye encamdan. Herweha û di heman kampînê de jî hêza “Disiplîna Leşkerî” ji aliyê xwe ve ciwanên ku erkê xweparastinê nekiribûn dihatin girtin.

Îro li serê sibê, zêdetirî deh otombêlên leşkerî êrîşî gundên Amûde û devera Koçeran kirin, ku bi dehan xort di bin navê erkê xweparastinê gitin. Encûmena Niştmanî ya Kurd li Suriyê  (ENKS) karê Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbarê girtina xortan li Amûde û devera Koçeran bi daxuyaniyekê şermezar kir.

 

Fly Erbil Advertisment