Asayişa Rojava 40 xortên Amûde û Koçeran digire
Asayişa Rojava kampîneke girtina ciwanan di nav hin gundên girêday devera koçeran li derdora bajarê dîrekê bi rê ve dibe mîna gundên (Tebka, Sêgira, Gir Zîro, Besta Sûs, Gir Ziyaret) herwiha gundên girêday bajarê Amûdê mîna Telhebeşê, Cewheriya û Kerengo li xwe girt.

K24 – Qamişlo
Asayişa Rojava kampîneke girtina ciwanan di nav hin gundên girêday devera koçeran li derdora bajarê dîrekê bi rê ve dibe
mîna gundên (Tebka, Sêgira, Gir Zîro, Besta Sûs, Gir Ziyaret)
herwiha gundên girêday bajarê Amûdê mîna Telhebeşê, Cewheriya û Kerengo li xwe girt.
li gor gundiyan hêzên asyişê di nîvê şevê de bi awayekî kirêt û ne guncav oprasîon bi rê ve birin, bi taybetî di nav malên ku girêdana wan bi Rêvebiriya Xweser re tune ye.
Gundiyê bi navê Ebdelwehab Welî ku 2 zarokên wî hatin girtin ji K24ê re got: “Serê sibê, dora 30 otomobîlên girêday asayişan derbasî gundê me bûn û êrîşî malên me kirin û zarokê min yên bicûk ji xew rakirin. 2 zarokên min girtin yek ji wan di pola 12ê de ye û çend rojên din dê tevlî ezmûnan bibe. Asayiş ji mere dibêjin ku hûn tevlî leşkeriya neçar nabin, ev yek ne rast e, ji ber ku şehîdên me jî hene.”
ji aliyê xwe ve, endamên Fermandariya Giştî ya Asyişa Rojava diyar dikin ku kampîn li ser fermana Dozgeriya Giştî hat encamdan, ji bo desteserkirina çekên ne tomarkirî û bê muhlet, herwiha red dikin ku hêzên asayişê bi awayekî ne guncav serderî ligel gundiyan kiribin û amaje dikin ku vedîo yên operasîonê li ber destan e.
Endama serokatiya Desteya Hundirîn li Kantona Cezîrê Robariya Hisên tekez dikin ku ti sedemên siyasî li paş girtina xortan tune ye. Hisên ji K24ê re got: “Gelek çekên veşartî li gundan hatin dîtin û di vê dema dawî de gelek tawan bi van çekan têne kirin, em neçar in ku em hin kampînan bi rê ve bibin, ta ku em van çekan derxînin. Hêza Dîsplîna Leşkerî ew jî di kampînê de beşdar bû ji ber ku gelek ciwan li deverê hene xwe ji ber erkê parastinê didin alî.”
Di encama kampîna ku li 9 gundên girêday bajarê Dêrikê û Amûdê hat mişandin, hêzên Dîsplîna Leşkerî bêtrî 40 xortî kişandin bo erkê xweparastinê ango leşkeriya neçar ku dibe cihê nakokiyê li Rojavayê Kurdistanê. Herwiha hêzên asyişê destdanîn ser hin çekên sivik ku gundiyan ew bikar tînin ji bo parastina samanên xwe.