Qamişlo: Rola ragihandinê di pêşxistina civakê de
Navenda Orkêş ya geşepêdanê li bajarê Qamişlo, hevdîtinek ligel hejmarek ji rojnemevan, çalakvan û saziyên civaka sivîl lidar xist, tê de rola ragihandinê di geşepêdana civakê û parastina demokrasiyê û mafê mirovan de hate gengeşekirin.
K24 – Qamişlo
Navenda Orkêş ya geşepêdanê li bajarê Qamişlo, hevdîtinek ligel hejmarek ji rojnemevan, çalakvan û saziyên civaka sivîl lidar xist, tê de rola ragihandinê di geşepêdana civakê û parastina demokrasiyê û mafê mirovan de hate gengeşekirin.
Li gorî Serpereştên navenda Orkêş yek ji erkê ragihandinê ew e, belavkirina çanda lêborîn û jiyana hevbeş di nava pêkhatên deverê de ye, lê pirsgirêk dimîne ku dezgehên ragihandinê yên girêdayî bi hindek aliyên siyasî ve, carcaran çanda nijadperestiyê belav dikin û bi vê yekê ragihandin roleke neyênî dilîze.
Rêvebirê Navenda Orkêş Hisên Xelîl di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Bi van çalakiyan, emê karibin di riya ragihandinê re bandorekê li raya giştî û destladaran bikin, da ku bi civakê re alîkar bin. Herweha beşeke giring di karê me de heye, ku em karibin civakê ava bikin û bihêlin ragihandin bandorê li civakê bike.”
Gelek xalên balkêş û nerînên curbecur hatin gengeşekirin û bal hate kişandin ser tunebûna ragihandineke demokratîk û azad ku karibe bi erkê xwe rabe.
Ji aliyekî din ve, hindek rojnemavnan tekezî li ser rewşa deverê ya ne cîgir kirin, ku şer û pevçûn berdewam in û gefa li ser jiyana xelkên deverê ku bandoreke neyênî li ragihandinê bi xwe jî dike û dibe sedema binpêkirina mafê mirovan û rojnemevnan bi hev re.
Rojnamevan Axtîn Esed jî got: “Piştî 5 salan ji karê ragihandinê Rojava û Sûriyê bi giştî, ez karim bibêjim belê em pêşketine, lê ne di wê asta pir bilind de, yan jî asta ragihandina azad ji ber gotina ragihandina azad zehmet e cîbicî bibe, ta di asta cîhanê bi tevayî de, ji ber hindek astengiyên sereke, yek ji wan kenîse, mizgeft, destladarî û aborî.”
Li gorî hin şopîneran, dezgehên ragihandinê yên serbixwe tune ne û her dezgeheke ragihandinê berjewendiyên aliyekî siyasî pêk tîne, ji ber wê yekê ta niha ragihandinê nikarîbû nêzîkbûnekê di nav pêkhatên deverê de çê bike, weke ku tê xwestin û dê nikaribe ti bandorê di geşepêdana civakê û parastina mafê mirovan û demokrasiyê de bike.
Berûvajî vê yekê, hindek rojnemevan dibêjin,tunebûna yasayeke demokratî, rast û dirist ku karibe ragihandinê biparêze û bi rêxistin bike, sedemeke sereke ye ku rê li pêş ragihandinê digire û dê nikaribe bandorê li civakê bike.