Îraq siza ya sêdaredanê bi ser 22 kesan re cihbicih dike

Wezareta Dad a Îraqê ragehand, tenê di meh a Nîsan a sal a 2016yê siza ya sêdaredanê bi ser 22 kesan re hatîye cihbicihkirin.

K24- Hewlêr

Wezareta Dad a Îraqê ragehand, tenê di meh a Nîsan a sal a 2016yê siza ya sêdaredanê bi ser 22 kesan re hatîye cihbicihkirin.

Wezîr ê Dad a Îraqê, Heyder Zamilî, di ragehandinekê de got: Siza ya sêdaredanê bi ser 22 tawanbaran re hat cihbicihkirin ku bi tawan ên tîrorê û çend tawan ên din hatibûn sizadan.

Wezîr ê Dad a Îraqê got: Em rijtîn li ser bichkirin a siza ya dadperwerane bi ser tîroristan û  ew ên ku dest ên wan di xwîn a xelkê bê tawan de heye.

Ev di demkê de heye, Îraq hevrûşî rexne yên tund bûye bi eger a encamdan a siza ya sêdaredanê ji alî yê rêkxistî yên nêvdewletî yên dakokîkar û bervan ên maf ê mirovan û rêkxistî ya lêburîn a nêvdewletî, ragehand: Merc nîne hemû ew ên siza ya sêdaredanê bi ser re dihên encamdan, tawan encam dabin.

 Li 12yê evê mehê, serokatî ya komar  a Îraqê ragehand ku serok komar a Îraqê, wajû li ser cihbicihkirin a siza ya sêdaredan a Çend kesan kirîye,  ku bi tawan ên tîror û tawan ên din hatîne sizadan.

Li gor amar a rêkxistî ya Hiyûman woç bervan ji maf ê mirovan li cîhanê sal a 2015yê, Îraqê bi kêmî 26 kes sêdaredane.

Fly Erbil Advertisment