Li Wanê 4 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn

Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê di encamê şer û pevçûnên navbera Artêşa Tirk û PKKiyan de, li gorî agahiyên destpêkê efserekî pilebilind û 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê di encamê şer û pevçûnên navbera Artêşa Tirk û PKKiyan de, li gorî agahiyên destpêkê efserekî pilebilind û 3 leşkeran canê xwe ji dest dan û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.

Îro ber êvarê endamên PKK'ê rêya Bazîda Agirê û Çaldirana Wanê qut kirin û 12 otombêl şewitandin. Piştre jî di karwana otombêlên hêzên ewlekariya Tirkiyê de bombeyên ku berê hatibûn bicihkirin teqandin.

Piştre jî bi çekên giran û roketan êriş li serbazan kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, efserekî pilebilind jî di nav de 4 leşkeran di cihê bûyerê de canê xwe ji dest dan û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.