Zaxarova: Naveroka hikûmeta Tirkiyê wek berê ye

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragehand, li Tirkiyê guhertina hikûmetê ne girîng e, ya girîng avêtina gavên ber çav e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragehand, li Tirkiyê guhertina hikûmetê ne girîng e, ya girîng avêtina gavên ber çav e.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamevanan bersivandin. Zaxarova got, ji ber ku naveroka hikûmetê wek berê ye, ew girîngî nadin guhertina hikûmetê Tirkiyê û ne li gorî rûyên nû, li gor siyaseta nû biryara xwe didin.

Serokwezîrê nû yê Tirkiyê Bînalî Yildirim, di aşkerakirina bernameya hikûmetê de dabû xuyakirin, yek ji armanca wan jî başkirina pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê ne.

 

 

Fly Erbil Advertisment