Li Diyarbekirê 400 hezar kokên kenevîrê hatin şewitandin

Li Bexçeyên Hevselê ku di lîsteya Çadî ya UNESCOyê de ye, operasyona kenevîrê hîntî hat kirin. Operasyona ku bi beşdariya 400 polîs li 3 xalan pêk hat, 400 hezar kokên kenevîrê ku di çêkirina madayên hişbirî de tê bikaranîn, hat şewitandin.

K24 - Diyarbekir

Hat ragihandin, ku di nava hefeteyekê de, 70î car li Baxçeyên Hevselê oparasyonên bindestkirina madeyên hişbîrî hatine kirin.

Di operasyonê de, hatiye piştrastkirin ku, ji bo avdana kenevîran, borî hatine çandin û bi sîstema pompajkirinê avdan hatiye kirin. Kenvîrên hatine girtin, li ser erdê xezineya dewletê hatine çandin û asayîşa Diyarbekirê ragihand, ku ji bo desteserkirin û girtina wan kesên ku kenevîr çandine jî, lêkolîn û lêpirsînên xwe didomînin.

Fly Erbil Advertisment