Karayîlan:Di rojeva me de agirbest nîne em dê şer gûrtir bikin
Hikûmeta AKPê ji ber ku têkçû ye bajarên Kurdan wêran dike, Hikûmeta AKPê ji van wêrankirinan berpirsyare û dê hesabê wê bide."

K24-Navenda Nûçeyan
Endamê Komîteya Rêveber ya PKKê Mûrad Karayîlan ragihand di rojeva me agirbest nîne û dê şer gûrtir bikin.
Endamê Komîteya Rêveber ya PKKê Mûrad Karayîlan ji Radyoya Dengê Kurdistanê re ragihand di rojeva me de agirbest nîne û emê şer gûrtir bikin. Her wiha Karayilan têkildarî teqîna Silopiyê ya ku di 30 gulanê de pekhatî û 4 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dayîn de jî axavi û got: "Eger weke di çapemeniyê de hatî gotin sivîlan jiyana xwe ji dest dabin, ev sûçe û ev tişt nayê qebûlkirin. Di rojeva me de sivîlkirina armanc nîne û di vê mijarê de divê îhtimal sifir be."
Herwiha Karayîlan ji bo wan malbatên kesên ku, canên xwe ji dest dayîn jî sersaxî xwest.
Karayîlan têkildarî şerê li bajaran jî ragihand: "Di rojeva me de agirbest nîne û emê şerê nava bajaran gûrtir bikin." Karayîlan got: "Hikûmeta AKP'ê ji ber ku têkçûye bajarên Kurdan wêran dike, û Hikûmeta AKP'ê ji van wêrankirinan berpirsyare û dê hesabê bide."
Karayîlan da zanîn ku, Ji ber ku AKP çareseriyê li gorî destûra bingehîn û danûstandinan napejirîne, tenê li pêşiya wan rêyek maye ew jî şerê gel ê şoreşgeraneye û avakirina Kurdistana serbixwe ye.