72 malbatên Tirkên Axiskayê li Bidlîsê tên bicihkirin
Li navçeya Xelata Bidlîsê 72 malbatên Tirkên Axiskayê hatin bicihkirin. Parêzgarê Bidlîsê di pêşwazikirina Tirkên Qafqasyayê de got, ev der welatê we ye û heta dawî ewê li pişt wan bin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Xelata Bidlîsê 72 malbatên Tirkên Axiskayê hatin bicihkirin. Parêzgarê Bidlîsê di pêşwazikirina Tirkên Qafqasyayê de got, ev der welatê we ye û heta dawî ewê li pişt wan bin.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, sala borî di serdana xwe ya Ûkrayîniyê de biryar dabû ku 677 malbatên tirkên Axiskayê li Tirkiyê bicih bikin. Piraniya malbatan li Bûrsayê hatibûn bicihkirin.
Ji wan 72 malbat bi 5 otobusan îro gihîştin Xelata Bidlîsê. Di pêşwazîkirinê de Parêzgarê Bidlîsê, Qeymeqam û Şaredar jî amade bûn.
Di merasîmê de Parêzgarê Bidlîsê Ehmed Çinar got, ev der welatê we ye û bi hatina wan pir kêfxweş in.
Tirkên Axiskayê li xaniyên ku ji hêla hikûmeta Tirkiyê ve hatibûn çêkirin, hatin bicihkirin û zeviyên ku ji ber bûyerên tundiyê vala bûne, li ser wan hat belavkirin.