Qamişlo: Meha Remezanê û buhabûna pêdiviyên xwarinê

Xelkên Rojavayê Kurdistanê pêşwaziya meha Remezanê dikin û berî rojî dest pê bike, amadekariyên xwe ji kirîna kel û pelên girêdayî vê meha pîroz dikin. ji aliyekî ve buhabûna kelûpelên pêwist û ji aliyekî din ve, malbatên deverê xemgîn in ji ber pêla koçberiyê û rewşa ewlehî ya xerab.

K24 – Qamişlo

Welatiya bi navê Siltanê Yûsif ji K24ê re dibêje: “Gelek cudahî di navbera Remezana îsal û salên bûrî de heye, her tişt buha ye û sedem jî dolare, lê niha nirxê dolar daketiye jî û keresteyên li bazarê hînjî buha ne.”

Buhabûna nirxê dolar beramberî lêreya sûriyê bandora xwe gihande hemû keresteyên li bazaran.Xwedanên hin dukanan dibêjin ku bi sedema vê yekê liv û tevgera asayî ku di salên bûrî de,ji bo meha remezanê di hate kirin, îsal ne di wê asta pêwist de ye. 

Li gorî jimarên felekî, pêşbîne yekem roja meha Remezanê di 6 meha Hezîranê de destpê bike. Rojiya Remezana vê salê, dê ji dirêjtirîn dem û bêhtirîn germahiyê de derbas bibe û di rewşeke weha zehmet de xelkên deverê ji ola misilmanan dê nêzî 16 demjimêran bi rojî bimînin.

Fly Erbil Advertisment