Diyarbekir: Qurbaniyên teqîna 5 Hizîranê bibîr hatin
Di 5ê Hizîrana 2015an de, HDPê ji bo hilbijartinên 7ê mehê, li vê qadê mîtîngekî lidarxist. Lê di dema ku Hevserokê HDPê Selahatîn Demirtaş li ser dikê axaftina xwe dikir, li hemberî wî, 2 bombe hatin teqandin û 5 welatî hatin kuştin. HDP biryar dabû ku îsal jî di 5ê Hizarênê de, disa liv ir mîtingekê lidar bixe, lê parêzgarî, hêncet nişan da ku ew nikarin ewlehiyê bigrin û mîtîngê qedexe kir.

K24 – Diyarbekir

Rêvebirên HDPê, Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û malbatên cangoriyan jî, li ciyê buyerê bibîranînekî lidarxistin. Serokê Grûba Parlamenterên HDPê Îdrîs Balûken, li ciyê buyerê dazanîn ku, wan bi mebesta ku li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde û demokrasi bicîh bibe, mîtîng lidarxistibûn, îro jî mebesta wan hemabûye, lê mîtînga wan hatiye asteng kirin.
Balûken got: "Helwesta rayedarên Tirkiyeyê yên li ser vê buyerê, çimayiya ku îro ev şer û pevçûn li vir hene nişan dide. Piştî buyerê, di ciyê ambulansan de, toma û seyrareyên zirxpoşî hatibûn ciyê buyerê. Îro jî em dixwazin mîtîngeke sivîl lidarbixin lê destur nayê dayîn."
Hevseroka Komeleya Hevkariya Malabatên Cangorî û Windayiyan MEYA-DERê Fatma Dîcle, jî dazanîn ku, ew buyer hêj jî nehatiye aşkere kirin û anî ziman ku ewê têkoşîna maf û dadweriyê bidomînin û got: "Em hêvî dikin ku ew şehîdên dawiyêbin. Bila êdî desten xwe ji ser gele Kurd rakin."
Birayê Necatî Kurul ku di wê teqînê de canê xwe jidest dabû Jî, diyar kir ku tê xwestin li vî welatî, bi gef û tirsê civak bê bêdeng kirin, lê ewê paşde gav neavêjin. Kurul got jî: "Li ku çi jî bibe, bêy ku em paşde gav biavêjin emê berdewam bin. Gelê li Kurdistanê vî tiştî rastewxwe dijî, welatiyên li rojava, xwe girtine û di yek qanalekî de guhdariya agahiyan dikin. Ger rastiyan bişopînên dê ewê jî nerazîbûnên xwe aşkere nişan bidin."
Siyasetmedar û amlabatên cangporiyan qirnefîl danîn ciyê buyerê û sersaxî li malbatên wan kirin.