Rûsya:Operasyonên me yên hevbeş ligel Amerîka li Sûriyê hene

Di 24ê meha borî de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyona kontirolkirina bakurê bajarê Reqayê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Rûsya ragehand ku, operasyonên hevbeş di navbera wan û Amerîkayê de li Sûriyê bi awayeke rêkûpêk berdewam in.

Derbarê vê mijarê Berdevkê Serokê Rûsyayê Dîmitrî Pêskov di kongireyekî rojnamevanî de tekez kir ku, hemahingî di navbera Rûsya û Amerîkayê di operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de hene.

Pêskov da zanîn ku, berî niha Amerîkayê razî nebûbû ku, operasyonên hevbeş li Sûriyê ligel welatê wî pêkbîne.

Di 24ê meha borî de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi operasyona kontirolkirina bakurê bajarê Reqayê kir.

Fly Erbil Advertisment