Tirkiyê baregehên PKKê li Licê bombebaran kirin

Balefirên şer yên Tirkiyê baregehên PKKê yên li çiyayên navçeya Licê ya Diyarbekir bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên şer yên Tirkiyê baregehên PKKê yên li çiyayên navçeya Licê ya Diyarbekir bombebaran kirin.

Ji ber sirûştiya navçeya Licê ya çiyayî gûman li cem Artêşa Tirkiyê heye ku, endamên Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) û Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) tê de hebin, duh êvarê balefirên şer yên Tirkiyê, bejahiya navçeya Licê bombebaran kirin.

Derbarê encamên operasyonê de agahî nehat girtin.

Beriya du rojan li 10 gundên Licê qedexeya derketina derve hatibû ragehandin û piştî 24 demjimêran ew qedexe hatibû rakirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment