Deriyê sînorî di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê hat vekirin
Berpirsê Dosya Sûriye - Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, deriyê Pêşabûrê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê bo pêdiviyên jiyanê hat vekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Dosya Sûriye - Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje, deriyê Pêşabûrê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê bo pêdiviyên jiyanê hat vekirin.
Berpirsê Dosya Sûriye - Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî ragihand, îro berpirsên deriyê sînorî ya di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê Pêşabûr (Sêmalka) agahdar kirine, bo hinardina hemû cureyên kelûpelên xwarinê, derman û pêweistiyên mirovî, bê vekirin.
Derbendî amaje kir, bo zêdetir alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê ev biryar hatiye dayîn, ku ti baceke gumrikê ji herdu aliyên sînor naye wergirtin, bo ew kelûpel bi nirxekî erzan bigihin destê xelkê.