Jiyana malbateke Qamişlo di meha Remezanê de
Bavê dara welatiyekî Kurd e ji Rojavayê Kurdistanê ye, jiyana xwe li bajarê Reqayê bihurandiye û piştî 11 zarokên xwe zewicandin, îro ligel xanima xwe jiyaneke zehmet derbas dike û ji civat û şevbuhêrkên meha Remezanê bêpar dimîne.
K24 – Qamişlo

Piştî 38 salan jiyana li bajarê Reqayê, bavê Dara ligel xanima xwe bi tenê di xaniyekî de li bajarê Qamişlo jiyana xwe berdewam dikin.
Xortaniya xwe li xerîbiyê qedand, 6 kur û 7 keç zewicandin, lê tevaya zarokên wî derbider bûn û bi welatên biyanî ketin, careke dî ligel xanima xwe jiyana xerîbiyê di domîne.
Meha Remezamê li cem Kurdên Rojavayê Kurdistanê meha kombûna malbetê tê naskirin, lê bi sedema rewşa deverê ya ne cîgir, bi hezaran malbatên deverê mîna malbata bavê Dara koçberî derveyî welat bûne û li şûn xwe kal û pîr bi tenê hêştine.
Bavê Dara dibêje ku piştî wî temenê xwe li Reqayê qedand, hêviya min ew bû, ku temenê mayî ligel zarok û neviyên xwe biqedîne, lê xewna wî bicih ne hat û bi temaşekirina telefizyonê û bi wêneyên zarokên xwe re, tenê ew dayika Dara nîgarên bûrî li bîra xwe tînin.
Li hewşa malê, dema me xatir xwest, bavê Dara dixwest li ser sifreya fitarê zarok û neviyên wî amade bûbana û ligel hev şevbuhêrkên Remezanê derbas kiribana, lê mixabin bi hêviyan tenê daxwaz bicih nayin.