Ferokeyên Tirkiyê Sêrt, Wan û Colemêrgê bombebaran dike

Ferokeyên şer yên Artêşa Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê bejahiya bajaren Sêrt, Wan û Colemêrgê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ferokeyên şer yên Artêşa Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê bejahiya bajarên Sêrt, Wan û Colemêrgê bombebaran kirin.

Sererkaniya Tirkiyê ragehand, şeva borî li bejahiyên 3 bajarên Bakurê Kurdistanê û her wiha li Başûrê Kurdistanê jî hin dever hatin bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de tê destnîşan kirin, li bejahiya navçeya Dihê ya Sêrtê, Çiyayê Tendurekê Wanê, bejahiyên Gever û Şemzînanê hatine bombebarankirin.

Her wiha hat ragehandin, li başûrê Kurdistanê jî hin baregehên PKK'ê ku li çiyayê Garê, Xakûrkê, Heftenîn û Sinehtê hatine dîtin, ji hêla firokeyên şer yên Tirkiyê hatine bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de derbarê encamên êrişan de agahî nehat dayîn.

 

 

Fly Erbil Advertisment