Jiyana penaberên Sûrî yên pêşezas li Tirkiyê
Penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin, hewl didin jiyana xwe bi asayî berdewam bikin. Her yek xwedî simyan yan jî xwedî karekî pîşesazî hewl dide cihekî xwe di bazarê de bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan
Penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dimînin, hewl didin jiyana xwe bi asayî berdewam bikin. Her yek xwedî simyan yan jî xwedî karekî pîşesazî hewl dide cihekî xwe di bazarê de bigire.
Şama Biçûk, navê ku penaberên Sûriyê li taxa Eskerî li kurê Stanpolê kirine. Li vê taxê kiriya xaniyan ji cihên din erzantir e. Herweha pêwistiyên jiyanê jî ji derên din li Tirkiyê erzantir in, ku piraniya neşteciyên vê taxê bûne xelkên Sûriyê. Ta ku hewl didin jî, ji aliyê bazirganiyê ve jî cihekî biçûk ji xwe re bigirin.
Yek penaberên karker dibêje: “Di destpêkê de min dixwest ez şîrîniya bi xurman derbasî bazara Tirkiyê bikim, ji ber ku ev bîroke li vir tune ye. Piraniya kesên ku tên ji cem min dikirin Ereb û Tirk in. di pêşerojê de ez bineyaz im gelek şaxên din ji karê xw re li Tikriyê vekim.
Herweha di vê taxê de, gelek xwaringeh û kompaniyên cuda cuda hene. Refa jî ku 24 salan ve di Wezareta Geştûguzariyê ya Sûriyê de kar dikir, li vir jî karî kompaniya xwe ya sefrê vekir.
Refa dibêje: “Ez dixwazim kompaniya xwe li vir mezintir bikim. Ez li Tirkiyê dilrehet im. Ji ber gelek nerîtên me weke hev in, gava mele bang dide, ez hest dikim ku li Sûriyê me.”
Tevî ku hikûmeta Tirkiyê derfetê dide Sûriyan ku kar bikin, lê dêsan jî rêjeya bêkariya wan li Tirkiyê zêde ye, lewma gelek ji wan berê xwe didin welatên Ewropayê, bihêviya jiyaneke xweş û aramtir.