Asayişa Rojava serkirdekî PYKSê û nivîskarekî digire
Li devera Aliyan ya Rojavayê Kurdistanê, asayişa Çilaxa serkirdekî PYKS û nivîskarekî Kurd digire.

K24 – Qamişlo
Li devera Aliyan ya Rojavayê Kurdistanê, asayişa Çilaxa serkirdekî PYKS û nivîskarekî Kurd digire.
Peyamnêrê K24ê ragihand, ku li devera Aliyan ya Rojavayê Kurdistanê, endamê Komîta Navendî ya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Ferhan Mireî û nivîsakerê Kurd Dilgeş Mireî aliyê Asayişa Çilaxa ve hetin girtin.
Peyamnêrê K24ê amaje kir jî, ku li gor asayişê, her kes ji ber sedema derketina hin nakokî li ser zeviyên çandiniyê û pabend nebûna wan bi biryarên wan, ew hatine girtin.
Li gor zagona Sûriyê ya hejmar 161 ya sala 1958an, ku hin zevî li gundên (el-Qos, Dêrina Axê, Gundê Şelal, Kêşik, Mûsa Korî, Sê Girka, Nebî Sadî, Bekir Oxlî, Abasê) yên devera Aliyan li gundiyan belav kiribûn. Asayişa Rojava jî hewl dide wan zeviyan ji gundiyan bistîne û li “Komînan” belav bike.
Tê zanîn ku heta niha çend endam û serkirde yên PYKS li bajarokê Amûdê bi hincetên birêvebirina xwepêşandanan bê molet, ji aliyê asayişê ve girtîne.