Li Wanê 3 PKKiyan canên xwe jidest dan û polîsek birîndar bû

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê pevçûn derket û 3 endamên PKKê canên xwe ji dest dan, polîsek jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê pevçûn derket û 3 endamên PKKê canên xwe ji dest dan, polîsek jî birîndar bû.

Li navçeya Armûşê ya bajarê Wanê, îro danê berêvarê hêzên ewlekariyê xwastin, ku barhilgirekê bidin rawestandin, L êbelê kesên ku di nava barhilgirê de bûn, hişyariya polîsan ber çavan negirtin û pevçûn derket. Di encama wê pevçûnê de 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dan, yek jî bi saxî hate girtin. Herwiha Polîsek jî birîndar bû.

Piştî pevçûnê cihê bûyerê ji veguhestinê re hate girtin û polîsan nav wesaîtê de lêkolînan kirin.

Berî 3 rojan jî, dîsa li heman navçeyê 3 endamên PKKê di encama pevçûnekê de canê xwe ji dest dabûn.

 

Fly Erbil Advertisment