Alîkariyên mirovî digihin 2 bajarokên dorpêçkirî yên Humsê
Netewên Yekgirtî (NY)bi alîkariya Hêva Sor ya Sûrî 25 barhilgir alîkariyên mirovî û xwardinê derbasî du bajarokên li bakurê Humsê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Netewên Yekgirtî (NY)bi alîkariya Hêva Sor ya Sûrî 25 barhilgir alîkariyên mirovî û xwardinê derbasî du bajarokên li bakurê Humsê dikin.
Li gor Hêva Sor ya Sûrî, îro di bin çavdêriya NY de, 25 barhilgir tijî alîkariyên Mirovî û xwarin, derbasî herdu bajarokên Dar el-Kebîr û Xinto li bakurê Humsê bûn, da ku li ser sivîlên di bin dorpêçê de ne, bêne belavkirin.
Piştî erêkirina rêjîma Sûriyê bi derbaskirina alîkariyên mirovî bi riyên bejayî, li 19 deverên dorpêçkirî li Sûriyê alîkarî hatin belavkirin. NY bi alîkariya rêxistina Xwaraka Cîhanî û Hêva Sor ya Îslamî, hin alîkarî derbasî deverên dorpêçkirî bûn.