Li Qamişlo 101emîn salvegera komkujiya Sêfo birêve çû
Sazî û partiyên siyasî yên girêdayî gelê Siryanî li bajarê Qamişlo salvegera komkujiya sêfo vejîn dikin, ya ku di sala 1915an de di derheqê gelê Siryanî de hatiye kirin û di encam de nêzî 300 hezar kesî li deverên Ormeya, Wan û Diyarbekirê bi şûrên cendermeyên dewleta Osmanî hatin kuştin.

K24 – Qamişlo

Di derbarê vê mijarê de siyasetvanên Xiristiyan tekez dikin, ku projeyên bi rêkûbêk ji bo armanackirina Xiristiyanên herêmê têne birêve birin û pêwist e, ku hevahingiyeke rasteqîne di navbera hemû pêkhateyên Mezopotamyayê de çê bibe, bo rûbirûbûna terorê û belavkirina têgehên jiyana aştiyane û hevbeş.
Pêkhateya Xirstiyanan di çarçoveya şerê Sûriyê de berdewam tê armanckirin. Di avdara sala 2015an de çekdarên DAIŞê gundên Aşûriyan li derdora Tel Temirê armanc kirin û di encamê de nêzî 250 kesî bi dîl hatin girtin.
Di nava sala 2016an de, 5 caran taxa Wista ya bajarê Qamişlo ya ku tevahiya xelkên wê Xirstiyan in hat aramnckirin. Ji ber vê yekê gelên Siryanî, Aşûrî û Kildanî hest dikin, ku jiyana wan di bin gefê de ye û gelek komkujiyên din bi serê wan de bên.