Li Hewlêrê Bizava Aştiya Navxweyî hate ragehandin

Bi armanca parastina aştiya civata Kurdî li herçar perçeyên Kurdistanê hat damezrandin.

K24-Navenda Hewlêr

Li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê û armanca parastina aştiya civata Kurdî li herçar perçeyên Kurdistanê Tevgera Aştiya Navxweyî(Ban)hate ragehandin.

Duh, di kongriyekî rojnamevanî de komek pispor, rewşenbîr, akademî, endam parlemanê hin kesayetiyên din ji her çar parçeyên Kurdistanê Bizava Aştiya Navxweyî ragehandin.

Di daxuyaniya damezirandina vê tevgerê de ya ku ji aliyê Dr. Omer Nûredîn ve hatiye xwendin ev yek hatiye gotin: “Ji kevin û heta niha aştiya navxweyî lawazbû jiber çend sedeman,lewma tevgera aştiya navxweyî hatiye damezirandin ku, tevgerek felsefî, sivîl, ne hikûmî ye, serbixwe û cihê ti aliyekî siyasî nagre û xebatê li Kurdistan û dervî Kurdistan bi armanca parastin aştiya navxeyî û pêşketina siyasî û civakî.”

Herwiha Nûrdîn da zanîn ku, ji aramncên Tevgerê jî destnîşan kirina xalên lawaz û dijminên aştiyê û herwiha karkirin li ser aştiya malbatê ku, bingehê hemû aştiyê ye û bingehê aştiya civatê ye.

Fly Erbil Advertisment