HDP banga piştevaniyê ji parlementerên partiyên din dike
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo bikaribin yasasya rakirina parêzbendiyan betal bikin, banga piştevaniyê ji parlementerên partiyên din kir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo bikaribin yasasya rakirina parêzbendiyan betal bikin, banga piştevaniyê ji parlementerên partiyên din kir.
Parlementerê HDPê Mîthat Sancar, îro li parlementoyê civîneke çapemeniyê lidar xist û da zanîn, ku ji bo ew bikaribin yasasya rakirina parêzbendiyan betal bikin, divê serî li dadgeha makezagonê bidin. Lêbelê hejmara parlementeran wan têr nake ew serî lê bidin. Lewma pêwîstiya wan piştgiriya îmzeya 52 parlementeran heye.
Sancar bang li parlementeran kir, ku ji bo serîlêdana dadgeha makezagonê piştgiriya HDPê bikin.
Hefteya borî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan yasaya parêzbendiyan pesend kiribû.