Demîrtaş: Hevdîtinên Ocalan û dewletê ne gotûbêj in

Berî niha nivîskarê rojnameya Hûrriyetê Abdulkadîr Selvî diyar kiribû ku, hevdîtinên Ocalan û dewleta Tirkiyê berdewam dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahattîn Demîrtaş ragehand ku, hevdîtinên dewleta Tirkiyê û Serokê PKKyê  Abdullah Ocalanî ne gotûbêj in.

Demîrtaş ji pişka Tirkî ya BBCyê re ragihand ku û got: "Ocalan di bin tecrîdê de ye û mehkûmek siyasi ye. Ger Ocalan û dewlet bicivie jî ev yek nayê wateya gûftûgo an jî danûstandinên siyasî yên nû. Ocalan nêzikê salekî bi ti kesî re hevdîtin pêk nayne. Di van şert û mercan de qîmeta giringiya hevdîtinên Ocalan û dewletê nîne."

Berî niha nivîskarê rojnameya Hûrriyetê Abdulkadîr Selvî diyar kiribû ku, hevdîtinên Ocalan û dewleta Tirkiyê berdewam dike.

Fly Erbil Advertisment