Artêşa Sûriyê Çiyayê Kurmênc kontrol dike
Artêşa Sûriyê bi pişteviya firokeyên Rûsyayê Çiyayê Kurmênc ku li bakurê rojhilatê bajarê Lezqiyeyê bi temamî kontrol kir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Sûriyê bi pişteviya firokeyên Rûsyayê Çiyayê Kurmênc ku li bakurê rojhilatê bajarê Lezqiyeyê bi temamî kontrol kir.
Li gor ajansa “Sputnik” ya Rûsî ku, artêşa rijêma Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê tevahiya Çiyayê Kurmênc ku li bakurê rojhilatê bajarê Lezqiyeyê ye kontrol kir. Herwiha grûpên
Artêşa Sûriyê ji berî 5 rojan de, bi 7 hezar leşkerî operesyon dest pê kir, duh jî bajarokê Eyn Îsa ya li Çiyayê Kurmênc bi dest xist. Li gor hat ragihand ku, di encama şerê bi grûpên Ehrar Şam û Eniya el-Nusrayê re, 43 çekaran canen xwe jidest dane û 37 jî dîl ketine destê hêzên rêjîmê.
Çiyayê Kurmêmc dikeve bakurê rojhilatê bajarê Lezqiyeyê û wek cihekî stratîjîk tê naskirin.