DAIŞ li Minbicê 7 kes ji malbatekî kuştin

Di 2ê vê mehê de operasyona rizgarkirina Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî û HSD ve destpê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê li bajarokê Minbicê malbatek ku, ji 7 kesan pêkdihat dema ku, dixwest bireve bi temamî gulebaran kirin.

Derbarê kuştina wê malbatê ji aliyê çekdarên DAIŞê de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, malbata Ela El-Derec ku, li pişt nançêkirina El-Newres dijîiyan ya li ser rêya Cizîrê dema ku, dixwestin birevin gulebaran kirin.

Rewangehê da zanîn ku, ew malbat ji 7 kesan pêk dihat Dê, Bav û Dû zarokên wan, herwiha 3ê birayên wî jî.Ji aliyekê din ve çekdarên DAIŞê berî ku, şervanên HSD bigehin gundên Kuradan ciwanên wan gundan direvîne.

Li gor zaniyariyên K24ê li gundê El-Mihsene DAIŞê 4 welatî birayên hev ligel ciwanên wî gundî revandin û ber bi ciheke ne diyar ve birin berî ku, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) û yên Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê bigehin wê deverê.

Di 2ê vê mehê de operasyona rizgarkirina Minbicê ji aliyê Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî û HSD destpê kir.

Fly Erbil Advertisment