Yûsif: Heger Pêşmerge derbasî Rojava bibin ti şer çê nabe

Hevrêzkarê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî dibêje, tê xwastin ku milet û xortên xwe di xizmeta welatê xwe de bin, ne ku em bihîlin birevin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevrêzkarê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî dibêje, tê xwastin ku milet û xortên xwe di xizmeta welatê xwe de bin,  ne ku em bihîlin birevin.

Hevrêzkarê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî Fêsel Yûsif ji K24ê ragihand ku, niha herêmên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di rewşeke dijwar re derbas dibe, ku tê xwastin ku milet û xortên xwe di xizmeta welatê xwe de bin,  ne ku em bihîlin birevin.

Yûsif amaje bi rêkeftina Dihokê û yekrêziya Kurd kir û got: “Bi rêkeftina Dihokê me karî em Kobanê biparêzin. Niha jî bikaranîna wê rêkeftinê dê bibe bingehek ku, em giraniyekê di HSDê de siyasî, leşkerî û navdewletî çê bikin. Lê êrîşa li ser xortan bo leşkeriya neçar bê vîna wan, ti sûde tê de tune ye.”

Piştî cibicîkirina yasaya erkê xweparatinê, hejmarek ji ciwanên bajarê Kobanê û Girê Spî neçar dibin ku, ji bajarê xwe derkevin da ku neyên veguhestin bû leşkeriya Rêveberiya Xweser.   

Herwiha Yûsif siyar kir, heger parastin tê xwastin, bi hezaran xortên perwerdekirî di nava Pêşmergeyên Roj de şerê DAIŞê li Başûrê Kurdistanê dikin, îro pêwîst e li Rojava bin.

Derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê û egera derketina şerê bitakujî, Yûsif got: “Heger em xwedî doza milet bin, em dikaran gerantiyan bi hev din. Ez bawer im ti şer dê çê nebe. Gelek yekîne wek ên Aşûrî, eşîreya Şemer û Tey hene û şer çê nebûye. Cima dê di navbera Kurdan de çê bibe, heger çavdêrî jê re hebe. Hevpeymaniya Navdewletî li esman û erdê hene çavdêriyê dikin û Serokatiya herêma Kurdistanê jî çavdêriyê dike.

 

Fly Erbil Advertisment