Operasyona rizgarkirina Minbicê berdewam e

Di 1ê vê mehê de oprasyona şehîd Ebo Leyla ji aliyê Encûmena Leşkerî û HSD destpê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê berdewam e, danê vê sibehê jî şer û pevççûn di navbera şervanên Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî û çekdarên DAIŞê li gundên Yasîta û Eyn El-Nexîl ku, bi 3ê K.m rojhelatê Minbicê ye berdewam e.

Peyamnêrê K24ê li derdora bajarokê Minbicê tekez kir ku, şerekî giran niha li rojhelat Minbicê didome, taybet di navbera her du gundên Yasîta û Eyn El-Nexîl de, di encam de heta niha 22 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Li gor zanyariyên K24ê Encûmena Leşkerî ya Minbicê dest danîne ser komek ji çek û teqemeniyan yên ku, çekdarên DAIŞê bi şûn xwe ve dihêle.Herwiha duh, jî di encama êrîşên firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li ser navendeka DAIŞê mîrê rêxistina navborî Ebo Hemza Ensarî  hate kuştin.

Di 1ê vê mehê de oprasyona şehîd Ebo Leyla ji aliyê Encûmena Leşkerî û HSD destpê kir.