Kuştiyên teqîna Qamişlo bûn 2 kes

li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li riya Qiwetlî ya taxa el-Wista teqînek bi rêya xwekujekî çêbû, di encam de 2 endamên hêza Sotoro canên xwe jidest dan û 5 din jî birîndar bûn.

K24 – Qamişlo

li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li riya Qiwetlî ya taxa el-Wista teqînek bi rêya xwekujekî çêbû, di encam de 2 endamên hêza Sotoro canên xwe jidest dan û 5 din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragehand ku, seat12 û nîv, dema ku pêkhateya Xirstyanan li navenda el-Emel çalakiyek bi rêve dibirin, xwekujekê xwest derbasî navendê bibe, lê hêza Sotoro ya Xiristyanî rêgirî li wî girtin, wê gave wî xwe teqand.

Li gor peyamnêrê K24ê, ku di encamê de 2 endamên hêza Sotoro yên bi navê Elî Ehmed û Koriye Ado canên xwe jidest dan û 5 kesln din jî birîndar in.

Herwiha peymanêrê K24ê diyar kir, ku ji nava birîndaran yek rewşa wî birînên wî giran in û ne cîgir e, ku metirsî li ser jiyana wî heye.

 

Fly Erbil Advertisment