Bo Ocalan Kurd, Amerîka û Tirkiyê li ser girtîgeha li malê lihevkirine

Biryar bilihevkirina Kurd, Tirk, Amerîka û heta astekê ya Rûsyê jî pêkhatiye.

K24-Navenda Nûçeyan

Kurd, Amerîka û Tirkiyê li ser girtîgeha li malê ji bo Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan(PKK)Abdullah Ocalan lihevkirine.

Li gorî nûçeya ku, çapemeniya Libnanê ya ku, di rojnameya Es Sefîr de ji aliyê Mihemed Belûtî ve hatî nivîsandin rayedarên Amerîka, Tirkiye û yên Kurd li baregeha Incirlikê civiyane.

Li gorî heman nivîsê ku, xwe dispêre çavkaniyên Erebî biryara operasyona Minbicê piştî rizgarkirina Bendava Tişrînê hatiye dayîn. Biryar bilihevkirina Kurd, Tirk, Amerîka û heta astekê ya Rûsyê jî pêkhatiye.

Mihemed Betûl di nivîsa xwe de bal dikişîne li ser ku, serdana Generalê Amerîkî Joseph Votelî ya ku, di 21 Gulanê de ji bo bajarê Kobanê û piştre ji di 22 Gulanê de serdana Enqereyê kiribû.

Di 18ê Gulanê de Obama û Erdogan jî hevdîtin pêkanî bû.

Obama di wê hevdînê de li ser operasyona rizgarkirina Minbicê Erdogan qana kiribû. Herwiha Votel peyama Obama ya ku, êdî dem hatiye û Amerîka hew dikare raweste gihandibû serokomarê Tirkiyê.

Herwiha Mihemed Betul îdîa dike ku, Amerîkayê Tirkiye qane kiriye ku, Ocalan derxîne girtîgeha malê ku, bikare li gel kesayetên Kurd hevdîtinan pêkbîne û piştre jî ji nû ve pêvajoya aştiyê destpê bike.

Fly Erbil Advertisment