Pêleke germahiya zêde bi ser Qamişlo de hatiye
Devera Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji heyama 2 rojan ve rastî pêleke germahiyeke zor tê. Çend welatî jî ji ber germahiya zêde bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

K24 – Qamişlo
Devera Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji heyama 2 rojan ve rastî pêleke germahiyeke zor tê. Çend welatî jî ji ber germahiya zêde bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.
Li gor beşê Keşûhewayê ya K24ê, pileya germahiyê ji rojên asayî bilindtir bûye û rêjeya bilindahiyê germê ji 3-8 pileyan li devera Cizîrê bilind bûye, ku bi giştî ji heyama 48 demjimêran ve pileya germahiyê di danê nîvro de dighêje nêzî 45 pileyî.
Herwiha li gor Keşûhewayê ya K24ê ku ji pêr de pêla germahiyê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye û tê pêşbînî kirin ev pêla germahiyê heta roja 27 Hezêranê ber xwe bide.
Di vê derbarê de, pizîşkên deverê xelkê agahdar dikin ku, ji metirsiya ku tavika rojê wan nexweş bike, li ber rojê nemînin. Hêjayî gotinê ku çend welatî ji ber germê bo nexweşxaneyên bajarê qamişlo hatin veguhetin, ji ber germahiya zêde ji aliyekî ve û nebûna kehrebê ji aliyekî din ve.
