Li Minbicê mayînek teqiya 11 sivîl bûn qurbanî

Li bajarê Minbicê di teqîna mayîneke çandî de 6 sivîlan canên xwe ji dest dan û 5 sivî jî birîndar bûn.

K24 – Minbic

Li bajarê Minbicê di teqîna mayîneke çandî de 6 sivîlan canên xwe ji dest dan û 5 sivî jî birîndar bûn.

peyamnêrê K24ê ji derdora Minbicê ragihand ku, îro di encama teqîna mayîneke çandî  di kêleka riya sereke de, li rojavayê bajarê Minbic 6 sIvîlan canên  xwe ji dest dan û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Herwiha li gor dîdevanan, dema ku nêzî 50 welatiyên Minbicê  dixwestin ji nava bajarê Minbic derkevin û ber bi deverên ewle  ve   biçin mayinê teqiya.

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê pêr ji K24ê diyar kiribû, wan berî çend rojan karîne karîdorekê ji sivîlan re vekin û bi hezaran ji xelkên sivîl yên Minbicê rizgar bikin. Herwiha diyar kir jî ku, rewşa sivîlan gelekî zehmet e, yên dixwazin ji Minbicê derkevin jî rastî êrîşên DAIŞê tên.

 

Fly Erbil Advertisment