Li Diyarbekirê pileya germahiyê zêde dibe
Li Bakurê Kurdistanê jî her ku diçe pileya germahiya hewayê zêde dibe. Li gorî ragihandina meteorolojiyê van rojan germahî li Diyarbekirê derdora 40 pileyan e. Zarok di hewzên avê de; mezin jî li ber siya daran xwe hênik dikin.

K24 – Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê jî her ku diçe pileya germahiya hewayê zêde dibe. Li gorî ragihandina meteorolojiyê van rojan germahî li Diyarbekirê derdora 40 pileyan e. Zarok di hewzên avê de; mezin jî li ber siya daran xwe hênik dikin.
Ji aliyekê ve meha Remezan û rojî ji aliyekê ve jî germa havînê. Xelkê Diyarbekirê ji ber zêdebûna germê li cihên hênik wextê xwe derbas dikin. Kaniya Anzelê yê li navçeya Sûrê li ber Du deriyên kelha Diyarbekirê cih digre. Xort û zarok di nava ava sar de him hênik dibin, him jî kêf dikin. Ji ber ku li derdora avê hênik e hin rojîgir jî wextê xwe li wir derbas dikin.
Pisporên meteorolojiyê welatiyan derbarê derketina derve de hişyar dikin û dibêjin heta ne mecburî be di saetên nîvro de bila dernekevin jiderve. Pisporê meteorolojiyê Elî Cengîz li rêveberiya Herêma 15'emîn ya Meteorolojiyê de dixebite. Cengîz dibêje, li Diyarbekirê ji sala 1962an ve tenê careke germahî wek 45 pile hatiye pîvan, lêbelê pileya di nava bajêr de zêdetir tê hîskirin.
Pisporê Meteorolojiyê Elî Cengîzji K24ê re axivî û got: "Roja Şemî, Yekşem û Duşemê dê hewa germtir bibe. Em li bendê ne ku 3-4 pileyan ji asayî zêdetir bibe. Di Cejna Remezanê de dibe ku germahî di navbera 1-3 pileyan de zêde bibe."
Ji ber germahiya zêde piraniya xelkê li mal klîmayan bikar tînin. Lê ev jî barê ceyranê giran dike û gelek caran ceyran qut dibe. Kesên nêvserî xwe jî li parkan li ber siya daran xwe digihin hev û bi hev re sohbetan dikin û hênik dibin. Li gorî daxwiyaniya pisporên çotkariyê germa niha ji bo pijandina fêkî baş e û şîre dikeve fêkiyên weke sêv, hirmî, bih û tirî.